HSDê daxwaza avakirina navçeyeke dije firînê dike

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê Mezlûm Kobanê di daxûyaniyeke ji bo Televizyoneke Amerîkî re, daxwaz ji Amerîka, Brîtanya û Fransa kir...

K24 – Navenda Nûçeyan

 Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê Mezlûm Kobanê di daxûyaniyeke ji bo Televizyoneke Amerîkî re, daxwaz ji Amerîka, Brîtanya û Fransa kir ku, navçeyeke dije firînê li navçeyên di bin kontrola HSDê de ava bikin, da ku rê nedin firokeyên Rûsya û Hikumeta Sûriyê di asmanê wê navçeyê de bifirin.

Fermandeyê Giştî yê HSDê herweha got, eger Amerîka hêzên xwe vekişîne, dê Kurd rastî çarenivîsekî ne zelal bibin, û hêvî  xwest ku, Amerîka demek e dirêj bimîne, da ku hemû curên terorê bên şikandin.

Ji dawiya Sala 2015 an ve Amerîka ji bo şerê DAIŞê alîkariya HSDê dike.

 

 

C.B