Amerika ji hewlên tirsandinê, di bangeşeya hilbijartinên Iraqê de dilgiran e

Amerîka ji helmeta sivikatî kirin û tirsandinê di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên Iraqê de, dilgiran e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka ji helmeta sivikatî kirin û tirsandinê di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên Iraqê de, dilgiran e.

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê di beyannameyekê de, dilgiraniya xwe derbarê wan raportan anî ziman ku, behsa sivikatî kirin û tirsandina kandîdên hilbijartinên Parlemantoya Iraqê dikin.

Hevdem balyozxaneya Amerîka  dilgiraniya xwe  derbarê hewlên li dijî kandîdên jin jî nîşan da. Da xûyakirin ku divê ev kiryar bêne şermezar kirin.

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê daxwaz ji aliyan dike ku, pabendî soznameya "Şeref"ê bibin, ku tevayiya aliyan li ser îmze kiribû.

 

 

C.B