70 malbatên Ereb li navçeya Şiyê hatin bicihkirin

Di çarçova proseya guhartina demografî li herêma Efrînê, îro 70 malbetên Ereb li navçeya Şiyê hatin bicihkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçova proseya guhartina demografî li herêma Efrînê, îro 70 malbetên Ereb li navçeya Şiyê hatin bicihkirin.

Jêderên ji nava Şiyê ji K24ê re ragihandin, îro danê nîvro bi serperiştiya artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê 70 malbetên Ereb ê ji devera Xûtaya Rojhilatê Şamê li bajarokê Şiyê li malên Kurdan hatin bicihkirin.

Heman jêderan amaje bi wê jî kirin, çekdarên opozîsyonê Sûriyê îro jeneratorê kehrebê ya ku ava vexwarina Şiyê pê dihat derxistin û belavkirin şikandin û niha beşek mezin ji welatiyên Şiyê bê av in.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji 18ê Adara bûrî ve herêma Efrînê girtin, ku di encamê de nêzîkî 200 hezar welatiyên Efrînê derbider bûn, ji demê ve bi hezaran welatiyên Ereb ên ji devera Xûtaya Rojhilat li gund û navçeyan û li navenda bajarê Efrînê têne bicihkirin.

 

S. B