Ji 11 welatan 39 rojnameger û nivîskar serdana Diyarbekirê dikin

Ji 11 welatan 39 nivîskar û rojnamegerên ku li ser geşt û guzariya cîhanê dinivîsin, ji bo 2 rojan serdana bajarê Diyarbekirê kir.

K24 – Diyarbekir

Ji 11 welatan 39 nivîskar û rojnamegerên ku li ser geşt û guzariya cîhanê dinivîsin, ji bo 2 rojan serdana bajarê Diyarbekirê kir. Armanca serdana nivîskaran ew e ku derfetên geşt û guzariya bajêr di cîhanê de zêdetir bê naskirin û hejmara geştegerên serdana bajêr dikin, bê zêdekirin.

 Li gorî daneyên Wezara Çand û Geştegeriya Tirkiyeyê, di 3 mehên îsal de ji 5 milyonan zêdetir geştegeran serdana bajarên Tirkiye û Bakur kirine. Otelên bajarên wekî Wan, Mêrdîn, Diyarbekir û Rihayê ji geştegeran tijî bûne.

Ji bo ku hejmara geştegeran bê zêdekirin, ji dewletên wekî Almanya, Swêd, Misir, Fransa, Rûsya, Îtalya û Ûkraynayê 39 rojnameger û nivîskarên ku li ser beşa geşt û guzariyê dinivîsin, serdana bajêr kirin û di panelekê de li ser nirx û berhemên Diyarbekirê gotar hatin pêşkêşkirin.

Mêvanên bajêr ji ber barîna baranê nikaribûn serdana cihên dîrokî bikin lê tê plankirin ku sibe (29.04.2018) geşta xwe ji bo cihên dîrokî û xwezayî bidomînin.