Hoşyar Zêbarî: Bexda neamade ye riyên di nav Kurdistanê û Iraq de veke
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bifermî ji Hikûmeta Iraqê xwestiye, ku riyên di nav Herêma Kurdistanê û Iraqê de veke, lê Hikûmeta Iraqê ji wê yekê re neamade ye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê Hoşyar Zêbarî ragihand, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bifermî ji Hikûmeta Iraqê xwestiye, ku riyên di nav sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê de veke, lê Hikûmeta Iraqê ji wê yekê re neamade ye.
Hoşyar Zêbarî zelal kir, ku ev demeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye, ew riyên bi sedema êrşa Heşdê û artêşa Iraqê li ser Kurdistanê hatibûn girtin, ji nû ve bên vekirin û çûnûhatin asayî bibe, lê Hikûmeta Iraqê wê yekê red dike".
Zêbarî got jî: "Akinciyên navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, rastî meşextiyê derbideriyê û dijwariyeke mezin hatine".
N.O