Efrîn.. Grûpên çekdaran bavekî û kurê wî dikujin
Çekdarên opozîsyona Sûriyê 2 welatiyên Efrînê direvînin û piştî hefteyekê termên wan her duyan kuştî radestî malbata wan dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Çekdarên opozîsyona Sûriyê 2 welatiyên Efrînê direvînin û piştî hefteyekê termên wan her duyan kuştî radestî malbata wan dikin.
Çalakvanên ji Efrînê ji K24ê re ragihandin, grûpa bi navê El-Hemzat welatiyê bi navê Ebdilqadir Kilislî û kurê wî Xalid Kilislî ên ji gundê Celemê ya navçeya Cindirêsê ji berî hefteyekê li gundê Beradê ya navçeya Şêrewa revandibûn.
Gotin jî, malbata Ebdilqadir Kilislî ji encama êrîşa li ser gundê Celemê ji gundê xwe derketibûn û çûbûn gundê Beradê, li wir jî grûpa El-Hemzat Ebdilqadir Kilislî û kurê wî Xalid revandin.
Îro jî, wê grûpê termê her duyan Ebdilqadir Kilislî û kurê wî Xalid Kilislî kuştî radestî malbata wî kirin û cihê ti guleyekê jî li termê wan nebûn.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji 20ê meha Çileya bûrî dest bi êrîşa li ser Efrînê kir û roja 18ê Avdarê kontrolkirina tevahiya herêma Efrînê ragihandin.
Di encamê de zêdetir ji 300 welatiyên Efrînê şehîd bûn û zêdetir ji 700 welatiyên din jî birîndar bûn. Herwiha zêdetir ji 200 hezar welatiyên Efrînê koçber û derbider bûn.
Ji wê demê ve jî, rojane welatiyên Efrînê li ser destê grûpên çekdar rastî dizî, talan û girtinê tên, ev yek jî ji bilî ku gelek kes dema dixwazin vegerin gundên xwe, li ser rêbendên wan çekdaran bi buhaneyên cuda tên girtin û eşkencekirin.


S. B