Rêveberiya Xweser: Amede ne bi Tirkiyê guftûgoyê bikin
Hin rayedarên Amerîka û Tirkiyê behsa çareseriyeke siyasî ji bo bajarê Minbic yê bakûrê Sûriyê dikin, serkirdên Rêveberiya Xweser bi erênî li vê çareseriyê dinerin, lê hin çavdêr dibînin ku dê ti rola Kurdan di vê pirosêsê de tune be.
K24 – Qamişlo
Hin rayedarên Amerîka û Tirkiyê behsa çareseriyeke siyasî ji bo bajarê Minbic yê bakûrê Sûriyê dikin, serkirdên Rêveberiya Xweser bi erênî li vê çareseriyê dinerin, lê hin çavdêr dibînin ku dê ti rola Kurdan di vê pirosêsê de tune be.
Di gel pêşveçûnên siyasî û leşkerî di Sûriyê de hin rayedarên Amerîka û Tirkiyê behsa hin şêweyên çareseriya siyasî di Sûriyê de bi giştî û bajarê Minbic bi taybet dikin. Di demekê de ku bi çekên giran û firokeyan artêşa Tirkiyê bajarê Efrînê kontrol dike, hin berpirsên rêveberiya xweser dibînin ku heye di bin fişarên Amerîkayê de Tirkiyê hin gavên hevawa bavêje nemaze di gel destpêka operasyona rizgarkirina bajarê Dêra Zorê. Herwiha didin zanîn ku çareseriya siyasî ya herî guncaw e ji hemû pirsgirêkan re û tekez dikin ku ew ji şêwazê çareseriya siyasî re amade ne.
Hevserokê Desteya Karê Derve ya Cezîrê Ebdulkerîm Omer ji K24ê re got: “Em ji berê ve bi awayekî erênî dinirxînin û em amade ne. Heta sala 2013an de pêwendî di navbera me û Tirkiyê de hebûn wek cîrantiyê, lê wan ew pêwendî rawestandiye. Di pêşerojê de heger hewlên ji bo guftûgoyên cidî hebin, em jê re amade ne.”
Ji aliyekî din ve hin şirovekarên siyasî dibînin ku ji ber pêkanîna berjewendiyên xwe Amerîka dê alîkariya Tirkiyê di çareseriyê de bike, bi taybet ku projeya Amerîkî di rojhilatê Ferêt de birêve diçe, û tekez dikin ku di nava van lihevhatinan de tu rola Kurdan dê tune be ji ber ta niha tenê ji bo pêkanîna bercewndiyên navdewletî Kurd têne bi kar anîn.
Şîrovekarê siyasî Ferîd Sadûn li ser vê mijarê wiha axivî: “Şerê ku Kurd bi DAIŞê re kiriye, li gor berjewendiyên Amerîka bûn û wiha jê dixwastin. Gava ku dikevin qapan û mêzîna navdewletî, wek ku bi serê Efrînê de hatiye, berjewendiyên hêzên Navdewletî di ser ya Kurdan re ne. Di Minbicê de jî dema Tirk û Amerîkî lihev bikin, wê demê jî tiştek ji Kurdan re namîne. Li rojhilatê Ferêt jî proseyek tê avakirin, ew jî li gor berjewendiyên Amerîkî, Brîtanî û Fransî ne.”
Bi awayekî berdewam Tirkiyê armancên xwe di bajarê Minbic de eşkere dike û di dema ku behsa çareseriya siyasî tê kirin, hin çavdêr dibînin ku heye bajarê Efrînê jî û radestkirina wê ji xelkên wê re bibe yek ji xalên vê çareseriyê.