Kurdên li Ewropayê kongreyek ji bo piştevaniya Efrînê lidar xistin

Li bajarê Bonnê a Almanyayê bi beşdariya 70 kesayetiyên Efrînî kongreya “Kar Ji Bo Efrînê” a ji bo yekxistina kar, çalakî û alîkarîkirina xelkê Efrînê bi rê ve çû.

K24 – Bonn

Li bajarê Bonnê a Almanyayê bi beşdariya 70 kesayetiyên Efrînî kongreya “Kar Ji Bo Efrînê” a ji bo yekxistina kar, çalakî û alîkarîkirina xelkê Efrînê bi rê ve çû.

Kongreya “Kar Ji Bo Efrînê” di daxuyaniyekê de diyar kir, di kongreyê de 3 komît hatin avakririn, komîta yasayî û belgekirina binpêkirinên cuda yên li Efrînê têne kirin, komîta hawarçûn û alîkariyên civakî û komîta pêwendiyên giştî.

Kongreyê tekezî li ser vegera xelkê bo Efrînê û rawestandina guhartina demgrafî li Efrînê kir. Herwiha tekezî li ser wê yekê ku divê hevkarî û hevrêzî di navbera hemû rêxistin û çarçoveyên Kurdî kir, ji bo rakirina stemkariyê li ser Efrînê û pêşkêşkirina alîkariyan ji bo xelkê wê.  

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 20ê Çileya bûrî de bi fermî dest bi êrîşa li ser Efrînê kir û di 18ê Adarê de bajarê Efrînê kontrol kirin.

Di encamê wê êrîşê de, zêdetir ji 300 welatiyên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 700 welatiyên din jî birîndar bûn. Herwiha zêdetir ji 200 hezar welatî derbider û koçber bûn.

Ji piştî dagîrkirina Efrînê ve, çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi dizî û tanakirina mal û milkên xelkê Efrînê û binçavkirina keç û xortinê Efrînê kirin. Herwiha jî ta niha jî rewş li Efrînê ne aram e.