Li 40 deverên Cûdî û Şirnexê qedexe hat ragihandin

Operasyonên Artêşa Tirkiyê li Cûdî û derdora Şirnexê berdewam dike. Li herêma Bestayê 40 dever hatin qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Operasyonên Artêşa Tirkiyê li Cûdî û derdora Şirnexê berdewam dike. Li herêma Bestayê 40 dever hatin qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê da xuyakirin, li herêma Bestayê ku dikeve navbera Sêrt û wan û Şirnexê, jiber zêdebûna liv û tevgerên gerîlayên PKKê, Artêşa Tirkiyê dest bi operasyonê kiriye. Jiber vê li herêma Bestayê 40 dever bo hatûçûnê hatine qedexikirin.

Parêzgariyê da zanîn, qedexe bo heyama 15 rojan e û ji welatiyan xwast pabendî biryara qedexeyê bibin.

Artêşa Tirkiyê ji heftiyek zêdetir e li deverê dest bi operasyonê kiriye û duh gerîlayên PKKê êriş li baregeheke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê kiribûn.

 

S. B