ESD: Raportekê bi binpêkirinên li Efrînê radestî aliyê navdewletî dikin

Bajarê Efrînê rojane li rastî binpêkirinê tê û HSD jî careke din li rastî êrîşên rêjîma Sûriyê li Dêra Zorê hat, li hemberî wê ta niha civaka navdewletî bêdeng e û ti helwest jî dernakevin holê

 

K24 – Qamişlo

Serweriya Sûriyê bûye qadek ji binpêkirinên navdewletî re, bajarê Efrînê rojane li rastî binpêkirinê tê û HSD jî careke din li rastî êrîşên rêjîma Sûriyê li Dêra Zorê hat, li hemberî wê ta niha civaka navdewletî bêdeng e û ti helwest jî dernakevin holê.

Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) li bajarê Qamişlo konferanseke rojnamevanî lidar xistin, tê de binpêkirinên dewleta Tirkiyê li Efrînê hatin gengeşekirin. Desteya Yasayî a ESDê raporek derbarê binpêkirinan amade kir. Serokatiya Desteyê diyar kir, ku ev rapor dê bigihêje Netewên Yakgirtî û rêxistinên navdewletî. Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî kir, da ku xelkên Efrînê di bin çavdêriyeke navdewletî de vegerin malên xwe û rastî girtinê û eşkenceyê neyên.

Endamê Desteya Yasayî yê ESDê Şamûn Gewriyê ji K24ê re got: “Derbarê tiştên ku me li Efrînê ji aliyê saziyên civaka sivîl yên xwedî bawerî ve belge kirine de, emê niha komîtekê ji mafnasan ava bikin, da vê mijarê lêkolîn bikin û hemû binpêkirinan belge bikin û encamên wan radestî saziyên navdewletî yên têkildar bikin.”

Ne tenê Efrîn, li Dêra Zorê jî Hêzên Sûriyeya Demkratîk (HSD) rastî êrîşeke berfereh ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatin, tevî ku herêm di bin çavdêriya hêzên Hevpeymaniya Navdewleî de ye, ESDê nerazîbûna xwe derbarê van êrîşa diyar kir û got, ew di parastina rojhilatî Ferêt de dê berdewam bin.

Hevseroka ESDê Îlham Ehmed li ser vê pirsê got: “Dema êrîş li ser Efrînê hebû, êrîşek li ser Dêra Zorê jî çê bû, ji xwe bi hewldanên van aliyan ew çê bû. Nêzîkahiya ku ev herêm bi tena xwe were hîştin û ev hêz bi tenê rastî êrîşan were hîştin, ti nerîn wiha derneketin. Çi dibe bila bibe, parastina herêmê erkekî me yê sereke ye, ji ber ku em xwedî projeyekê ji bi Sûriyê bi giştî ne.

Rojane serweriya Sûriyê tê binpêkirin û kirîza Sûriyê ketiye destê dewletên bihêz, tenê miletê Sûriyê baceya bazarên navdewltî dide bêyî ku kesek lê xwedî derkeve.