Kemal Kerkûkî: PDK li rewşa dagîrkirina Kerkûkê mikur nayê
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaza asayîkirina rewşa Kerkûkê dike û tekez dike biryara baykotkirina hilbijartinan yekalî bûye û PDK beşdarî hilbijartinan li Kerkûkê nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaza asayîkirina rewşa Kerkûkê dike û tekez dike biryara baykotkirina hilbijartinan yekalî bûye û PDK beşdarî hilbijartinan li Kerkûkê nabe.
Endamê Polîtburoya PDKê Kemal Kerkûkî ji K24ê re tekez kir, PDK li rewşa dagîrkirina Kerkûkê mikur nayê, ji ber Kerkûk dagîrkirî namîne.
Got jî, wan daxwaz kirine rewşa Kerkûkê bi guftûgo were asayîkirin û Encûmena Parêzgeha Kerkûkê jî vegere ser karê xwe û ala Kurdistanê jî li Kerkûkê were bilindkirin, ji ber ku destûrê rê daye wê yekê.
Biryar e roja 12ê vê mehê hilbijartinên Iraqê bi rê ve biçe û PDK biryar daye ku li Kerkûkê beşdarî hilbijartinan nebe.
S. B