Li destana Eyn Uweyiz çêroka “Xwe neçemînin” hat tomarkirin
Ew fermandarê ku di rojê dijwar de bi Pêşmergeyan re digot “Xwe neçemînin” careke din ji K24ê re behsa wê roja dijwar dike û dibêje: “Di encama berevaniya Pêşmergeyên me de, em xwe naçemînin û ala me jî her bilind maye.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Vîdyoya “Xwe neçemînin” (Xwe netewînin) ku berhema kenala Kurdistan24ê ye û li destana Eyn Uweyiz li Zumarê hatiye tomarkirin, piştî belavbûna wê vîdyoyê, karvedaneke cemawerî ya mazin li pişt xwe anî. Ew fermandarê ku di rojê dijwar de bi Pêşmergeyan re digot “Xwe neçemînin” careke din ji K24ê re behsa wê roja dijwar dike û dibêje: “Di encama berevaniya Pêşmergeyên me de, em xwe naçemînin û ala me jî her bilind maye.”
Dema artêşa Iraqê bi hevkariya artêş û hêzên hin welatên cîran êrîşî ser Herêma Kurdistanê kirin û xwastin wê dagîr bikin, li ser destê Pêşmergeyên qehreman hatin têkşikandin û dîrokeke din bi serwerî hate tomarkirin.
Bedel Bendî Fermandarê Pêşmerge yê di dema şikandina êrîşa Heşda Şeibî de ji Pêşmergeyên xwe re digot: “Xwe neçemînin” ji K24ê re ragihand: “Mebesta min ji (Xwe neçemînin) ew bû, ku em xwe dikin qurbaniya gelê xwe, ji bo miletê me neçar nebe û xwe ji dijminan re neçemîne. Xweneçemandin ne tenê bi hêz û morala min bû, belkû hemû Pêşmergeyên bi min re bûn, wek min bûn.”
Ew fermandarê Pêşmerge behsa dema ragihandina serkeftina Pêşmerge bi Serok Barzanî re dike û dibêje: “Min bi Serok Barzanî re got, me serkeftineke mezin bidest anî, lê bi canbexşiya çend lawên Kurdistanê yên qehreman, herwiha gelek Pêşmerge jî birîndar bûn. Dema min behsa jiyanên canî dikir, dilxweşiya Serok Barzanî ya berê nema. Madem mirov xwedî serokekî wiha be, çawa dengê xwe nadinê, bila em xwedî wijdan bin û dengê xwe bidin Lîsteya 184, lîsta xwîna Pêşmerge.”
S. B