Şandeke Îranê li Hewlêrê ye

Şandeke komara Îranê li Hewlêrê ye û biryar e çend şandên din yên wî welatî jî bi armanca beşdariya di konferansa bihêzkirina aboriyê ya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bigihin Hewlêrê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke komara Îranê li Hewlêrê ye û biryar e çend şandên din yên wî welatî jî bi armanca beşdariya di konferansa bihêzkirina aboriyê ya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bigihin Hewlêrê.

Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ji K24ê re ragihand, îro şandeke Îranê li Hewlêrê ye û biryar e jî îro û sibe jî çend şandên din jî bigihin Hewlêrê. Armanca hatina wan şandan jî beşdarîkirina di konferansa bihêzkirina aboriyê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ye, ku ji aliyê Odeya Bazirganiyê ya her du aliyan ve bi rê ve diçe.

Got jî, di nava şandên din ên Îranê yên dê serdana Hewlêrê bikin, Wezîrê Bazirganiyê, Cîgirê Wezîrê Derve ji bo Karûbarên abûriyê, parêzgarên Tehran û Azirbêcana Rojava û nûnerên parêzgehên Kirmanşan, Tewrêz û çend berpirsên din ên Îranê hene.

Ji aliyê Herêma Kurdistanê ve jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokê Heikûmetê û hejmarek ji wezîran û parêzgarên Silmanî, Helebce, Dihok û beşek ji konsol û nûnerên welatan jî li konferansê amade dibin.

Newzad Hadî diyar kir, “Armanc ji konferansê ew e, ku pêwendiyên aborî û bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê bên bihêzkirin û biçe qonaxekî din. Herwiha divê em wek Herêma Kurdistanê xwe ji qonaxa dahatûyî ya Iraqê ya ji piştî hilbijartinan re amad bikin.”

 

S. B