Efrîn.. Li dijî kiryarên grûpên çekdar xwepêşandan
Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo yekemîn car xwepêşandan li dijî kiryar ên grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê bi rê ve çû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo yekemîn car xwepêşandan li dijî kiryarên grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bi rê ve çû.
Çalakvanên ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihandin, duhî danê êvarê xelkê Taxa Mehmûdiyê ya Efrînê li dijî kiryarên çekdarên grûpên çekdar derketin xwepêşandanekê.
Çalakvanan da zanîn, çekdarên grûpa El-Sefwa zora xwe li xelkê Mehmûdiyê dikirin û xwastin bi darê zorê malbateke Erebên Xûteya Rojhilata Şamê li malekê bicih bikin, di piştre jî alozî derket û çekdaran jî gule bi ser xelkê de berdan û gef li xelkê xwarin.
Li gor çalakvanan, nêzîkî 150 welatiyên taxa Mehmûdiyê kom bûn û xwepêşandanek ber bi binkeya artêşa Tirkiyê ve birin û daxwaza derxistina grûpên çekdar ji nav bajêr kirin.
Diyar kirin jî, binkeya artêşa Tirkiyê tankek û zirîpoşek şandin taxa Mehmûdiyê û çekdarên wê grûpa El-Sefwa ji wê taxê derxistin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê roja 18ê Adarê derbasî bajarê Efrînê û ji wê demê ve jî çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi dizî, talan û revandina xelkê Efrînê dikin. Herwiha bi sedan jî malbatên Ereb ên Xûtaya Rojhilat li malên Efrîniyan bicih dikin, vê yekê jî nerazîbûneke mezin li cem xelkê Efrînê çê kiriye.
S. B