Di festivala parastina masiyên gola Wanê de doza parastina suriştê hat kirin

Çalakvanekî parastina Gola Wanê: Heger Behra Wanê, li dewleteke din ba, wê salane 3 milyon geştiyar serdana wê kiribana.

K24 - Wan

Li Wanê her sal serdema ku masî ji bo hêkên xwe datînin avên rûbar û newalan, masîgirî, firotin û xwarina masiyên gola Wanê, qedexe dibe û çalakvanên parastina surişta Behra Wanê, bi festîvalan piştgiriya vê biryarê dikin.

Erdogan Ozer ku çalakvanekî parastina Gola Wanê ye, dide xuyakirin ku surişteke bêwêne li derdora Wanê û Gola wê heye.

Ozer dibêje: "Masiyên Behra Wanê her sal di vê serdemê de, tên ji bo ku hêkên xwe deynin û zêdebibin. Lewra jî divê niha kes masiyan negire, ji ber vê yekê em li vir festîvalan lidar dixin û em dixwazin ev der şîn be daku kesên tên bi xweşî masiyan bibînin."

Çalakvan Hanîfî Kansû jî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Heger Behra Wanê, li dewleteke din ba, wê salane 3 milyon geştiyar serdana wê kiribana, wê ew yek dahateke baş ba ji welatiyan re. Em hez dikin ku ev der xweş bibe, milet kêfxweş bibe daku xweşî çêbibe. Bi vê mebestê em li vir in"

N.O

Fly Erbil Advertisment