Rêveberiya Qamişlo Sportê: Rewşa lîstikvanên me yên birîndar cîgir e
Navenda Nûçeyan (K24) – Li nêzîkî bajarê Qamişloyê, di encama wergerîna mînîbuseke tîma fûtbolê ya Qamişlo Sport de, 5 lîstikvan û şofêrê tîmê birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.
Peyamnrêrê Kurdistan24ê li Qamişlo Ekrem Salih da zanîn; lîstikvanên tîma Qamişlo Sport piştî ku rahênanên xwe yên li bajarê Qamişloyê bi dawî anîn, di vegera xwe ya ber bi bajarê Hesekê de, li ser rêya navdewletî ya M4 tûşî bûyereke trafîkê bûn.
Li gorî zanyariyan, barhilgireke sotemeniyê li pêşiya mînîbûsa tîmê derketiye. Şofêrê mînîbûsê hewl daye xwe jê dûr bixe, lê mînîbûs ji kontrolê derketiye, li qeraxê rêyê wergeriyaye û di encamê de 5 lîstikvan tevî şofêr birîndar bûne.
Derbarê rewşa tenduristiya birîndaran de, Berpirsê Tîma Yekem a Qamişlo Sportê Dîdar Zaza li nexweşxaneyê ji Kurdistan24ê û got: "Beriya her tiştî em dixwazin xelkê xwe û alîgiran dilniya bikin ku rewşa lîstikvanên me baş e û metirsî li ser jiyana wan nîne. Di laşê wan de derb, birîn û şikestin hene, lê li gorî pişkinînên bijîşkan xetereyek li ser jiyana wan peyda nebûye. Dibe ku beşek ji wan sibe ji nexweşxaneyê derkevin û yên din jî ji bo çavdêriyê rojek yan du rojan li vir bimînin."
Li gorî rêveberiya yaneyê, lîstikvanên ku di qezayê de birîndar bûne ev in: Yûsif Horanî, Welat Emmê, Seid Ehmed, Rîva Ebdulrehman, Yilmaz Îsa. Her wiha şofêrê wesayîtê bi navê Ehmed Hemed jî di nav birîndaran de ye.
Piştî belavbûna nûçeya qezayê, hejmareke berbiçav ji berpirsên werzişê, malbat û alîgirên Qamişlo Sportê serdana nexweşxaneyê kirin, da ku ji nêz ve agahdarî rewşa silametî ya werzişvanan bibin.
Hêjayî gotinê ye ku tîma Qamişlo Sport a Rojavayê Kurdistanê, îsal di Xula Nayab a fûtbola Sûriyeyê de hevrikiyê dike û niha di rêzbendiya lîgê de di rêza heştemîn de ye.