Aloziya posta Qeymeqamê Şingalê: Parlamentoyê hişyariya neyasayîbûnê da
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo wergirtina posta Qeymeqamê Qezaya Şingalê, heta niha 9 kesan jînenîgariya (CV) xwe pêşkêşî Encûmena Parêzgeha Neynewayê kirine. Di heman demê de, Parlamentoya Iraqê ev pêngav weke "neyasayî" binav kir û daxwaza rawestandina bilez a hemû rêkaran kir.
Hefteya borî, Encûmena Parêzgeha Neynewayê ji roja yekşemê heta pêncşemê deriyê xweberbijarkirinê ji bo posta Qeymeqamê Şingalê vekiribû. Ji bo berbijaran çend merc hatibûn danîn ku yên herî diyar ev in:
- Divê berbijar xelkê parêzgeha Neynewayê be.
- Temenê wî ji 30 salî kêmtir nebe.
- Paşerojeke wî ya paqij hebe û ti pêwendiya wî bi partiya Beisê re nebûbe.
- Di damûdezgehên dewletê de herî kêm 10 sal xizmeta wî hebe.
Tê çaverêkirin ku di nava vê hefteyê de navên berbijarên ku van mercan pêk tînin bi fermî bên ragihandin. Herwiha endamekî Encûmena Parêzgeha Neynewayê ji Kurdistan24ê re ragihand, dê di demeke gelek nêz de dengdan li ser destnîşankirina qeymeqamê nû were kirin û tekez kir ku qeymeqam dê ji xelkê resen ê Şingalê be.
Li hember van pêngavên Encûmena Parêzgehê, Komîteya Herêm û Parêzgehan a Parlamentoya Iraqê bi rêya nivîseke fermî ji Serokê Encûmena Parêzgeha Neynewayê xwest ku demildest rêkarên wergirtina berbijaran bo postên Qeymeqamê Şingalê û rêveberê Nahiyeya Sinûnê bên rawestandin.
Komîteyê hişyarî da ku ev pêngav binpêkirineke aşkere ya destûr û yasayê ye û tekez kir: "Vekirina deriyê xweberbijarkirinê ji bo van her du postan neyasayî ye; ji ber ku ev post ne vala ne. Biryarên yekalîker ên Dadgeha Kargêrî û Dadgeha Bilind a Kargêrî hene ku piştrast dikin her yek ji Seydo Xêrî û Dawûd Cindî bi awayekî yasayî bo van postan hatine hilbijartin."
Komîteya Parlamentoyê herwiha bal kişand ser wê yekê ku li gorî "Yasaya Parêzgehên Negirêdayî Herêmê ya Hejmar 21 a Sala 2008an a Guhertî", dûrxistin an guhertina berpirsên yekeyên kargêrî li derveyî rêkarên yasayî nayê qebûlkirin. Hat ragihandin ku ji bo şopandin û lêkolîna li ser vê dosyayê, komîteyeke lêpirsînê ya taybet jî hatiye avakirin.