Li Hesekê teqîn: 3 zarokan jiyana xwe jidest da
Li bin Pira Spî li rojavayê başûrê Hesekê teqînekê rû da û ligor agahdariyên destpêkî 3 zarokan jiyana xwe jidest da ye û 7 zarok jî brîndar bûn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bin Pira Spî li rojavayê başûrê Hesekê teqînekê rû da û ligor agahdariyên destpêkî 3 zarokan jiyana xwe jidest da ye û 7 zarok jî brîndar bûn e.
Teqîn gava zarok di bin pirê de dilîzin rû da ye. Zarokên brîndar hatine veguhestin a Nexweşxaneya Hesekê.
Hêzên Asayişê dest bi lêkolînan kirin e û hate ragihandin ku, encamên lêkolînan dê ji raya giştî re bên eşkere kirin.
C.B