Nêçîrvan Barzanî diçe Silêmaniyê

Biryar e îro Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Silêmaniyê ahengeke berfereh taybet bi bangeşeya hilbijartinan encam bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Silêmaniyê ahengeke berfereh taybet bi bangeşeya hilbijartinan encam bide.

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek ji endamên Polîtburoya PDKê li wê ahengê beşdar dibin û biryar e Nêçîrvan Barzanî gotarekê jî arasteyî xelkê bike.

Biryar e roja 12ê vê mehê proseya hilbijartinên endamên nû yên Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlemanto) ku hejmara wan (329) parlemantar in bi rê ve biçe.

 

S. B