Jiyana dengbêj Bavê Selah bû belgefîlm
Li Stenbolê jiyana hunermendê bi nav û deng, têkoşerê çand û hûnera Kurdî dengbêj Bavê Selah bû belgefîlm. Belgefîlmê ku ji 45 kêlîkan pêk tê, ji aliyê derhênerê amator Nûrî Şêxoyê Efrînî ve hatiye kişandin.
K24 – Stanbol
Li Stenbolê jiyana hunermendê bi nav û deng, têkoşerê çand û hûnera Kurdî dengbêj Bavê Selah bû belgefîlm. Belgefîlmê ku ji 45 kêlîkan pêk tê, ji aliyê derhênerê amator Nûrî Şêxoyê Efrînî ve hatiye kişandin.
Hunermendê qedirgiran û endezyarê destanen Kurdî, dengbêj Ebdurahman Omer bi navê ku tê nasîn Bavê Selah, wek gelek hunermendên Kurd ji Arifê Cizirî heta Saîd Axa, Hesenê Cizirî, îsa Berwarî ta Kawîs Axa, Meryemxan, Tehsîn Taha, Tahir Tewfîq û Hesen Zîrek bê azadiya welat û gel di 14ê Tîrmeha 2016an de stûxwar çû ser dilovaniya xwe.
Bavê Saleh wek xeml û xêza Kurdistanê hunera Kurdî jî xemilandibû hem bi dengê xwe hem jî bi şîroveya xwe. Wî digot, her perdeyeke tenbûrê xwedî zimanekî ye her staraneke Kurdî jî xwedî awazeke cihê û bêhempa ye. Li ser jiyana têkoşerê doza Kurdî Dengbêj Bavê Selah, ji aliyê Derhênerê Kurd Nûrî Şêxo ve belgefîlmekî bi navê "Dengê Çiya Bavê Saleh" hate amadekirin. Nûrî Şêxo dibêje, ji bo ku bavê Saleh neyê jibîrkirin wan ev belgefîlm çêkiriye.
Derhênerê Belgefîlmê "Dengê Çiya Bavê Salih" Nûrî Şêxo ji K24ê re wiha axivî: "Bavê Saleh wekî hûn dizanin û hemû millet dizane, hunermendekî ji Rojavayê Kurdistanê ye. Bi nav û deng e. Hemû ked û jiyana xwe di destanan de û di stranên Kurdî de derbas kiriye. Me xwast li Stenbolê belgefîlmekî li ser vî hunermendî çê bikin."
Ji aliyê rejima Sûrî ve bi salan zordestî tê kirin, li Bavê Selah. Tam 25 caran tê binçavkirin û îşkence lê tê kirin. Ji bo ku hunermendekî welatpêrêz û têkoşerê doza Kurd û Kurdistanê ye. Di belgefîlmê ku ji bo wî hatiye amadekirin de jî behsa van zordestiyan hatiye kirin. Birayê Bavê Saleh Ednan Omer jî dibêje, ew kevneşopî û xezîneya gelê Kurd bû, hemû jiyana xwe dabû ser çand û hûnera Kurdî.
Birayê Bavê Saleh û dengêj Ednan Omer ji K24ê re li ser biryarê xwe got: "Me ew zû hunda kir. Gelek tiştên muhîm û giranbûha pê re çûne gorê. Em dixwazin ev ne dawî be ji çand û hûnera Kurdî re. Divê nifşên nû rabin û rêbaziya hunermendên xwe bigirin wek Bavê Selah, wek nemir Cemîl Horo û ev kesên li Efrînê."
Bavê Selah di sala 1952an de li bajarokê Cindêresa bi ser Efrînê ve ji dayik bûye. Di sala 1984an de jî Koma Armanc damezrandiye. Her çiqas di hemû jiyana xwe de îşkenceyên giran jî lê hatibin kirin, wî ti carî dev ji dengbêjî û xebatên li ser çand û hûnera Kurdî bernadaye. Hemû jiyana xwe daye ser hunera Kurdî û bi sedan berhemên wî hene. Ji bilî destana herî bi nav û deng ya Derwêşê Evdî, Bavê Selah bi dehan destanên Kurdî ku di dîrokê de bi rêya dengbêjan ji nifşan derbasî nifşan bûye gotine.