Trump Serokwezîrê Raspartî yê Iraqê vedixwîne Waşintonê

Donald Trump û Elî Zeydî
Donald Trump û Elî Zeydî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê bi rêya telefonê pîrozbahî li Serokwezîrê Raspartî yê Iraqê Elî Zeydî kir, ku posta serokwezîrtiyê wergirtiye, û bi awayekî fermî ew vexwand Waşintonê, herwesa her du aliyan tekez li ser destpêkirina qonaxeke nû ya peywendiyên stratejîk û çespandina aramiyê li deverê jî kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Pêncşem, 30ê Nîsana 2026ê) bi rêya telefonê peywendî bi Serokwezîrê Raspartî yê Iraqê Elî Falih Zeydî kir.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: “Trump pîrozbahî li Elî Zeydî kir, ku ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê hatiye raspartin û ew vexwand ku serdana Waşintonê bike.”

Her di wê pêwendiya telefonî de, pêwendiyên stratejîk ên di navbera Iraq û Amerîkayê de û rêyên pêşvebirin û bihêzkirina wan di warên cuda cuda de hatin berçavkirin. Ji bilî tekezkirina her du aliyan li ser karê hevpar û alîkariya dualî ji bo çespandina aramiyê li deverê kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji aliyê xwe ve li ser hejmara xwe ya tora civakî ya "Truth"ê nivîsî: "Em hêviya serkeftinê ji bo Zeydî di erkê wî de dixwazin, ji bo pêkanîna kabîneyeke nû ya hikûmetê ku ji terorê dûr be."

Donald Trump herwesa bal kişand ser wê yekê ku ev hikûmet dikare paşerojeke geştir û baştir ji bo Iraqê dabîn bike.

Di pareke din a peyama xwe de, Trump tekez li ser girîngiya pêwendiyên dualî kir û ragihand: "Em bi kelecanî li bendê ne ku di navbera Iraq û Amerîkayê de pêwendiyeke nû, xurt, çalak û gelek berhemdar ava bikin."

Trump ev pêşhat wekî xala werçerxanê di pêwendiyên di navbera Waşinton û Bexdayê de wesf kir û got: "Ev di navbera her du neteweyên me de destpêka qonaxeke nû û mezin e; qonaxeke tijî berfirehî, tenahî û serkeftinê, bi awayekî ku berî niha mînaka wê nebûye."

Aliyên di nav Çarçoveya Hemahengiyê de li danê êvarê yê roja Duşemê, 27ê Nîsana 2026ê, bi awayekî fermî li ser diyarkirina Elî Falih Zeydî wekî yekane berbijarê xwe ji bo wergirtina posta Serokwezîrtiya Iraqê li hev kir.