Îmaratê geştkirina welatiyên xwe bo sê welatan qedexe kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îmaratê ji ber rewşa deverê geştkirina welatiyên welatê xwe ji bo Iraq, Îran û Libnanê qedexe kir û daxwaz ji welatiyên xwe yên li wan welatan kir ku bi zûtirîn dem vegerin Îmaratê.

Wezareta Derve ya Îmaratê îro (Pêncşem, 30ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyeke fermî de ragihand: "Ji ber pêşveçûn û rewşa niha ya deverê, biryar hat dayîn ku geştkirina welatiyên Îmaratê ji bo Îran, Libnan û Iraqê bê qedexekirin."

Wezareta Derve ya Îmaratê herwesa daxwaz ji wan welatiyên welatê xwe yên ku niha li wan sê welatan in jî kir ku bi zûtirîn dem ji wan welatan derkevin û vegerin Îmaratê.

Di wê daxuyaniyê de herwesa hatiye tekezkirin ku ev biryar di çarçoveya dilgermiya Dewleta Îmaratê de ye, ji bo parastina ewlehiya welatiyên wê li derveyî welat.

Wezareta Derve ya Îmaratê di pareke din a wê daxuyaniyê de jî daxwaz ji wan welatiyên ku li wan welatan in kir ku, peywendiyê bi wan re bikin û pabendî rênimayî û hişyariyan bin, wekî rêkareke xweparastinê ji bo parastina canê wan di vê rewşa hestiyar a deverê de.

Biryara Wezareta Derve ya Îmaratê di demekê de ye ku aloziyên li Rojhilata Navîn, bi taybetî di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, gihîştine asteke hestiyar. Ev pêngav wekî rêkareke xweparastinê ya ji nişka ve tê dîtin, ji bo ewlehiya welatiyên Îmaratî li hember her berfirehbûneke şer an aloziyên leşkerî yên li deverên sînordar ên wekî Iraq, Îran û Libnanê.