Bexda û Waşintonê bihêzkirina peywendiyan û hevpariya stratejîk nîqaş kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Raspartî yê Iraqê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê pêşvebirina peywendiyên dualî û berfirehkirina astê hevahengiyên xwe ji bo xizmetkirina berjewendiyên hevpar nîqaş kirin.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack îro (Pêncşem, 30ê Nîsana 2026ê) bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Raspartî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Elî Falih Zeydî re axivî.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir ku di pêwendiyê de, Nûnerê Amerîkayê pîrozbahî li Zeydî kir ku bi rengekî fermî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatiye raspartin.
Li gorî wê daxuyaniyê, her di çarçoveya wê peywendiya telefonî de her du aliyan rêyên pêşvebirin û bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Iraq û Amerîkayê de nîqaş kirine.
Herwesa her du aliyan tekez li ser berfirehkirina asta hevahengî û hevkariyan di çend warên cuda de kir, bi awayekî ku xizmeta çespandin û xurtkirina hevpariya stratejîk a di navbera her du welatan de bike.
Aliyên di nav Çarçoveya Hevahengiyê de li danê êvarê yê roja Duşemê, 27ê Nîsana 2026ê, bi awayekî fermî li ser diyarkirina Elî Falih Zeydî wekî yekane berbijarê xwe ji bo wergirtina posta Serokwezîrtiya Iraqê li hev kir.