HSD: Şer di nav hêzên me û yên Ehemd El-Cerba de çênebûye
HSD: Ew kesên me li gel wan şer kiriye, ne ser bi hêza El-Nuxba ve ne, lê ewana navê wê hêzê ji bo diziyê û bazirganiya çekan bikar tînin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Medya ya opozisyona Sûryê, ji ser zimanê serkirdeyekî di nav Hêzên Sûrya Demokrat de veguhestiye, ku HSD li rojhilatê Dêra Zorê, êrîşî hêzên El-Nuxba yên ser bi Ehmed El-Cerba ve nekiriye û ti şer di navbera wan de çênebûye.
Wî serkirdeyê HSD gotiye: Ew kesên me li gel wan şer kiriye, ne ser bi hêza El-Nuxba ve ne, lê ewana navê wê hêzê ji bo diziyê û bazirganiya çekan bikar tînin.
Heman serkirdeyî daxwaz ji hêza El-Nuxba kir ku ha ji wê bûyerê hebe û sînorekî ji dubarebûna bûyerên hevawa re deyne.
Berî niha hat ragihandin, ku duh şer di navbera hêzên El-Nuxba û şervanên HSDê de, li gundê Ebû Hemam yê rojhilatê Dêra Zorê qewimî ye û di dawiyê de çekdarên El-Nuxba xwe radestî HSDê kirine.
N.O