Polîsê Tirkiyê dest li ser pasaporta hevserokê HDPê danîn
Polîsan ji Temellî re ragihandin ku pasaporta wî hatiye betalkirin û derbarê sedema betalkirina pasaporta wî jî ti daxuyanî neda ne.
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro hevserokê HDPê Sezay Temelî xwest bi riya firîngeha Ataturk a Stenbolê serdana Brukselê bike, lê polîsên firîngehê rê li ber wî girtin.
Di vê derbarê de Temelî li ser Twittera xwe nivîsiye: Polîsan dest li ser pasaporta min danîne û lewra ez nikarim ji Tirkiyê derkevim.
Li gorî zanyariyan, polîsan ji Temellî re ragihandin ku pasaporta wî hatiye betalkirin û derbarê sedema betalkirina pasaporta wî jî ti daxuyanî neda ne.
HDPê li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û got: Reftarên neyasayî yên kampanya ya hilbijartinê destpê kirin. Pasaporta hevserokê me yê giştî Sezay Temelî hate desteserkirin û derketina wî ya derveyî Tirkiyê hate astengikirin.
N.O