Polîsa Îranî 90 hespên Kolberên Kurd dikuje

Çalakvanên Îranî girtevîdyoyek li tûra pêwendiyên civakî belav kirin, ku Polîsên Îranê 90 hespên kolberên Kurd ên Rojhilata Kurdistanê kuştine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çalakvanên Îranî girtevîdyoyek li tûra pêwendiyên civakî belav kirin, ku Polîsên Îranê 90 hespên kolberên Kurd ên Rojhilata Kurdistanê kuştine.

Ji aliyê xwe ve rojnameya “Îran” ya fermî jî girtevîdyoyek li ser hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” belav kir, ku polîsa Îranî nêzîkî 90 hespan li daristana Mîrawa ya devera Şino li parêzgeha Ezirbîcanê Rojava bi tometa bikaranîna wan di karên qaçaxçiyê de kuştin.

Wê rojnameyê li ser zarê çalakvanê di warê jîngehê de Kerîm Elî Zade belav kir, ev hejmara hespan di heyama meha bûrî de û li ser sê danan hatine kuştin.

Ji aliyê xwe ve, Parlemanterê Parêzgeha Kurdistanê Ebdilkerîm Hisên Zade jî di twêttekê de nivîs: “Divê desthilatên Îranê proseya kuştina hespên kolberan rawestîne.

Ev yek di demekê de ye, piraniya akinciyên navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê, bi riya kolberiyê û hespan debara jiyana xwe dikin û salane hejmarek mezin ji wan bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê tên kuştin yan birîndar dibin.

 

Jêder: alarabiya.net

Polîsa Îranî 90 hespên Kolberên Kurd dikuje
Polîsa Îranî 90 hespên Kolberên Kurd dikuje
Polîsa Îranî 90 hespên Kolberên Kurd dikuje
Polîsa Îranî 90 hespên Kolberên Kurd dikuje