Pilanek ji bo saxtekariyê di hilbijartinên Iraqê de hat eşkerekirin
Perlemana Iraqê: Ew aliyên bi wan bizavan rabûne, di hilbijartinên derbasbûyî de jî, bi riya cudakirina dengan karîbûn saxtekariyê bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Perlemana Iraqê pilanek ji bo jikarxistina amêrên eliktironî yên cudakirina dengan eşkere dike.
Komîta ewlehî û berevaniyê di Perlemana Iraqê de eşkere kiriye, ku li gurî zanyariyên hewalgirî yên dirust, hin aliyên siyasî bizav kirine, daku amêrên eliktironî yên cudakirina dengan ji kar bixin û armanca wan aliyan ew e, ku saxtekariyan di hilbijartinan de bikin.
Herwiha wê komîteyê diyar kir, ku ew aliyên bi wan bizavan rabûne, di hilbijartinên derbasbûyî de jî, bi riya cudakirina dengan karîbûn saxtekariyê bikin.
Hevdem li gel vê yekê, Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî, bi fermî daxwaz ji dadgeha federalî kiriye, ku piroseya cudakirina dengan bi riya amêrên eliktironî hilweşîne.
Biryar e di roja 12ê vê mehê de, hilbijartinên Perlemana Iraqê bên encamdan û aliyên hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê, bi çend lîstên cuda beşdarî wan hilbijartinan dibin.
N.O