Li Iraqê dengdana taybet dest pê kir

Îro dengdana taybet li navxweya Iraq û Herêma Kurdistanê û dengdana Iraqiyan li derveyî welat ji bo xula dahatû ya parlemantoya Iraqê bi rê ve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro dengdana taybet li navxweya Iraq û Herêma Kurdistanê û dengdana Iraqiyan li derveyî welat ji bo xula dahatû ya parlemantoya Iraqê bi rê ve diçe.

Îro ji demjimêr 07:00 ta 16:00 dengdana hêzên ewlehiyê li Iraqê bi rê ve diçe. Li gor amarên Komisyona Hilbijartinên Iraqê nêzîkî 940 hezar kesî ji hêzên ewlehiyê îro beşdarî di proseya dengdanê dibin û 492 binke jî ji wan re hatine vekirin.

Her îro jî li derveyî Iraqê dengdana penaberan dest pê dike û 2 rojan berdewam dibe. Li gor amarên Komisyona Hilbijartinên Iraqê li 21 welatên cîhanê sindoqên dengdanê hatine danîn û zêdetir ji 900 hezar Iraqiyan jî mafê wan ê dengdanê heye,

Dengdana li derve jî wek ya li navxwe ne bi awayekî elktironî ne. Yekem welatê ku proseya dengdanê lê dest pê bûye, New Zealanda ye.

Di vê hilbijartinê de 6 hezar û 986 namzet ji 320 lîste û qewareyên diyasî li ser 328 kursiyên Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlemantoya Iraqê) rokberiyê dikin û roja 12ê vê mehê hilbijatina giştî li navxweya Iraqê dest pê dike.

 

S. B