Teqe li berbijêra YNKê hate kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Jêderekî ewlehiyê yê agahdar û çend şahidhalan ragihandin, li qezaya Xaneqînê teqe li berbijêra ser bi lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Evîn Mihemed Hesen Zehawî hate kirin.
Li gor zanyariyan, derenga şeva bûrî li ser riya di navbera Eliyawa – Xaneqînê teqe li otombîlekê hate kirin, berbijêra YNKê Evîn Mihemed Hesen Zehawî tê de bû û berbijêra YNKê birîndar bû û ji bo nexweşxanê hate veguhastin.
Birîndarkirina wê berbijêra YNKê hevdem e bi destpêkirina dengdana taybet a hilbijartinên parlemantoya Iraqê re. Biryar e roja 12ê vê mehê jî hilbijartinên giştî bi rê ve biçe.
Xaneqîn bajarekî Kurdistanî ye û li gor destûra Iraqê yek navçeyên “pirsgirêk li ser” e. Piştî rûxandina rêjîma Beiş Kurdan îdareya wê kir, lê di bûyerên 16ê Cotmeha bûrî de hejmarek ji berpirsên YNKê ew bajar ligel çend navçeyên din ên Kerkûkê radestî Heşda Şeibî û hikûmeta Iraqê kirin.
S. B