Li Şingalê Heşda Şiebî rêgiriyê li tîma Kurdistan24ê dike
Peyamnêrê K24ê li Şingalê da zanîn, çekdarên Heşda Şeibî rê neda tîma Kurdistan24ê li Şingalê romala birêveçûna proseya dengdana taybet bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li Şingalê da zanîn, çekdarên Heşda Şeibî rê neda tîma Kurdistan24ê li Şingalê romala birêveçûna proseya dengdana taybet bike.
Peyamnêrê me li Şingalê Mahir Şingalê got jî, hêzên ewlehiyê yên Iraqê rê da çend kenalên Erebî romala proseya dengdanê li Şingalê bikin, lê rê neda tîma Kurdistan24ê.
Peyamnêrê me got: “Me berî demekê wek medyakaran baca romalkirinê ji Komisyona Hilbijartinê wergirtiye û ti kêşeya me nîn e ku li derveyê yasa û rênimayên komisyonê bin, belkû komisyonê binkeyek ji bo me diyar kir ku romala dengdanê lê bikin.”
Amaje bi wê jî kir, “Hejmarek mezin ji xelkê Şingalê daxwaz ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê kir, ku divê rê ji bo tîma Kurdistan24ê were dayîn romala dengdanê bike. Me bixwe jî pêwendî bi berpirsên îdarî yên Şingalê re kir, lê razî nebûn ku em biçin binkeya dengdanê ya ku berê ji me re hatibû destnîşankirin.”
Ev di demekê de ye, Kurdistan24 yekem kenala medyayî bû ku romala azadkirina Şingalê kir û ji bo veguhastina wêne, zanyarî û hovîtiya DAIŞê li Şingalê ji medyaya cîhanî re bûbû jêderek.
S. B