Li Xaneqînê berbijêrê PDKê hate birîndarkirin
Li Xaneqînê bi birêveçûna proseya dengdana taybet re, hêzên ewlehiyê yên Iraqê êrîşî ser berbijêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Xaneqînê bi birêveçûna proseya dengdana taybet re, hêzên ewlehiyê yên Iraqê êrîşî ser berbijêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê kirin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, li Xaneqînê hêzên ewlehiyê yên Iraqê êrîşî ser berbijêrê PDKê Îrfan Seidulah Dawodî kirin û bi birîndar kirin.
Ev di demekê de, derenga şeva bûrî li Xaneqînê teqe ji aliyê hin çekdaran ve li berbijêra YNKê Evîn Mihemed Hesen Zehawî hate kirin û ew birîndar kirin.
Îro dengdana taybet a hilbijartinên parlemantoya Iraqê li Herêma Kurdistanê û Iraqê û li derveyî Iraqê bi rê ve diçe. Biryar e roja 12ê vê mehê jî hilbijartinên giştî bi rê ve biçe.
S. B