Li Kerkûkê pirsgirêk di piroseya dengdanê de çêbûn
Vê carê piroseya dengdanê eliktronî ye û bi gotina berpirsên Komisyona Hilbijartinan, wê di heyama sê rojan de, encamên destpêkî yên dengdanê derkevin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Çavdêrên piroseya hilbijartinên Perlemana Iraqê, hejmarek kêşe û pirsgirêk li hin bingehên dengdanê li parêzgeha Kekûkê tomar kirin.
Yek ji çavdêran ragihand: "Amêrên eliktronî li tevahiya bingehên dengdanê li bajarokê Ebasî yê ser bi Hewîce ve li parêzgeha Kerkûkê, kêşe di wan de hene û di warê demê de, 3 demjimêran li pêş e û li gorî dema wan amêran, divê li şûna demjimêr 6 êvarî, demjimêr 3 êvarî dengdan bidawî bê".
Çavdêrekî din jî li taxa Irûbe li nava Kerkûkê ragihand ku "Çend navendên dengdanê heya niha, nehatine vekirin, ji ber ku hejmara fermanber û karmendên komisyonê têra navendan nekiriye".
Îro 12/5/2018an, hilbijartinên Perlemana Iraqê tên kirin û 24.5 milyon welatiyên Iraqî dikarin deng bidin.
Vê carê piroseya dengdanê eliktronî ye û bi gotina berpirsên Komisyona Hilbijartinan, wê di heyama sê rojan de, encamên destpêkî yên dengdanê derkevin.
Hikûmeta Iraqê diyar kir, ku nêzîkî 900 hezar endamên polîs û artêşê û hêzên emnî di amadebaşiyê de ne û 70 hehzar navendên dengdanê diparêzin û sercem firîngeh û deriyên sînorî hatine girtin.
N.O