Li Şingalê hêzên Iraqî derbasî bingehên dengdanê dibin
"Li komelgeha Til Benat a ser bi Şingalê ve, Heşda Şeibî bingeheke taybet ji xwe re vekiriye û çekdarên wê têde deng didin û bi ti awayî nahêlin kes nêzîkî wê bingehê bibe".
K24 - Navenda Nûçeyan
Di dema brêveçûna hilbijartinan de, hêzên Iraqî li Şingalê çûn nav bingehên dengdanê û astengî ji dengderan re çêkirin, herwiha careke din rê nedan tîma Kurdistan24ê, ku li Şingalê rûmala piroseya dengdanê bike.
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Şingalê ragihand, ku "Hêzên Iraqî li Şingalê çûn nav bingehên dengdanê û astengî ji xelkê re çêkirin, ew yek bû sedema dilgiraniya dengderên Şingalê".
Got jî: "Li komelgeha Til Benat a ser bi Şingalê ve, Heşda Şeibî bingeheke taybet ji xwe re vekiriye û çekdarên wê têde deng didin û bi ti awayî nahêle kes nêzîkî wê bingehê bibe".
Herwiha nûçegihanê Kurdistan24ê diyar kir, ku careke din çekdarên Heşdê li Şingalê, rê li ber tîma K24ê girtin û nehiştin ku piroseya dengdanê rûmal bikin, tevî ku tîmê jî çendîn caran pêwendî bi nûnerê Komisyonê re kir, lê ew neamade bû ti daxuyaniyekê li ser pinpêkirinên li devera Şingalê dibin, bide".
Berî niha jî, di 10ê veê mehê de, di dema birêveçûna dengdana taybet de, Heşda Şeibî rê neda tîma Kurdistan24ê, ku li Şingalê rûmala wê piroseyê bike.
N.O