Politburoya PDK bi Serokatiya Serok Barzanî civiya
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ragihand ku di vê pêvajoya hestiyar de girîngiya yekîtiyê hîn zêdetir e
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ragihand ku di vê pêvajoya hestiyar de girîngiya yekîtiyê hîn zêdetir e.
Politburoya PDK bi Serokatiya Serok Barzanî civiya û encamên hilbijartinên Iraqê nirxand.
Di civînê de proseya hilbijartinê bi hûrgilî hate nirxandin û piştî civînê daxûyaniya encamî ya civîna Politburoya PDK hate ragihandin.
Di daxûyaniyê de Politburoya PDK bal dikşîne ser girîngiya yekîtiya Kurd û diyar dike: “Giringiya yekîtiyê di vê pêvajoya hestiyar de zêdetir derketiye pêş. Alî bi zanyariya berjewendiyên neteweyî û parastina berjewendiyên gel dive bidin pêş. Ev helwêst dive lipêş berjewendiyên kesayetî, partîtî û bidestxistina kursiyan be”.
Liser hin daxwazên dubarekirina hilbijartinan an hejmartina dengan ji nû ve PDK ragihand: “Di vê demê de ku niha Komisyona Hilbijartinan encamên hilbijartinan radighîne, rêya rast serîlêdana rêyên yasayî li gel Komisyona Bilind a serbixwe ya hilbijartinan e”.
Di dawiya daxûyaniyê de PDK spasiyên xwe gihand gelê Kurdistanê, kadir, endam û piştgirên Partiyê.
C.B