Nehêniyên serkeftina PDKê di hilbijartinan de aşkere dibin
Rojnameya “al-şerq aawsat” çapa Londonî di raportekê de derbarê hilbijartinên 12ê Gulanê belav kir û behsa nehêniyên serkeftina lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dike, ku di wê hilbijartinê de ta niha 26 kursî misoger kirine û li ser asta Herêma Kurdistanê jî yekem e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnameya “al-şerq aawsat” çapa Londonî di raportekê de derbarê hilbijartinên 12ê Gulanê belav kir û behsa nehêniyên serkeftina lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dike, ku di wê hilbijartinê de ta niha 26 kursî misoger kirine û li ser asta Herêma Kurdistanê jî yekem e.
Li gor encaman, niha lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê dibe lîsta çarem di xula parlemantoya Iraqê de.
Rojnameya Londonî amaje bi wê dike, di hilbijartina parlemantoyê de li ser asta Iraqê lîsta Saîrûn yekem e, lîsta Fetih a Hadî Amirî duyem e, lîsta Nesir a Heyder Ebadî sêyem e û lîsta PDKê çarem e. Herwiha li ser astê Herêma Kurdistanê, lîsta PDKê ya yekem e.
Li gor raportê jî, serkeftina lîsta Saîrûn ya Muqteda Sedir, guhartineke rîşeyî di hevkêşe û hevpeymaniyên sîyasî de li ser çend astên cuda çê dike, bi taybet jî hevpeymaniyekê di nava parlemanto û hikûmeta dahatî ya Iraqê de, ji asta pêwendiyên Iraqê bi welatên herêmê û cîran re, ta digihe çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Rojname li ser zarê mamosteyê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Selahedîn Rêbwar Babekî belav kiriye, referandûma 25ê Îlona bûrî armancên xwe bi serkeftî bidest anîn û ev yek ji sedemên serkeftina lîsa PDKê di hilbijartinan de bû.
Ew mamosteyê zanîngehê ji “al-şerq aawsat” re dibêje: “Piraniya dengdêran baweriya wan bi perensîpên netewî û niştimanî hene, vê yekê jî baweriya wan bi PDKê zêdetir kir, bi taybet ku PDKê bi siyaseteke hişmend rûbirûyî plan û hewlên biçûkirina qewareya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê bû û hêzên wê yên Pêşmerge jî rûbirûyî hewlên êrîş û dagîrkirina Kurdistanê bûn.
Herwiha Rêbwar Babekî sedemeke din ya serkeftina lîsta PDKê vedigerîne, xizmetguzarî û ezmûna îdarî ya ku li navçeyên di bin desthilata PDKê de hene, ligel aramiya rewşa ewlehiya civakî û siyasî ya li Hewlêr û Dihokê hene, ku ev yek jî sedemeke din e ya serkeftina PDKê di hilbijartinan de ye.
Di dîtina wî mamosteyê zanîngehê, di dahatû de PDKê sûdê ji encamên vê hilbijartinê werdigire ji bo serkeftina di hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê de, ku biryar e di 30î Îlona bê de werin encamdan, bi riya bihêzkirina aramî û ewlehiyê li hemû parêzgehên herêmê, ji bo bihêzkirina pêgeha xwe camewerî, ta wek yekemê Herêma Kurdistanê bimîne.
S. B