HDP pilana çarekirina doza Kurdî eşkere dike

Perwîn Buldan: Emê roja 23yê vê mehê nexşe riya çarekirina doza gelê Kurdistanê eşkere bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratiya Gelan (HDP), piştî bernameya xwe ya hilbijartinan ragihand, vê carê wê nexşe riya çarekirina doza Kurdî li Bakurê Kurdistanê eşkere bike.

Ev demeke dirêj e HDP amadekariyên nexşe rêya çarekirina doza Kurdî li Bakurê Kurdistanê dike. Biryar e roja 23ê vê mehê li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê, HDP nexşe rêya çarekirina doza Kurdî eşkere bike.

Di nexşe riya HDPê de, sozên çarekirinê yên ji bo hilbijêran jî cih xwe digirin.

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan, derbarê nexşe riya partiya xwe axivî û got: Emê 23yê Gulanê nexşe riya çarekirina doza gelê Kurdistanê eşkere bikin.

Berî niha jî, Partiya Seadetê ji bo bidestxistina dengên Kurdan, ragihand ku wan pilanek ji bo çarekirina doza Kurdî amade kiriye.

Roja Pêncşema derbasbûyî, 17 vê mehê, berbijarê Serokatiyê yê Partiya Seadetê Temel Karamolaoglu ragihand, ku wan derbarê mesela Kurdî, raporek amade kiriye û di rojên pêş de, ewê li Diyarbekirê di civîneke berfireh de eşkere bikin.

Karamolaogu derbarê naveroka raporê ti zanyarî neda, tenê got ew piştgiriya perwerdeya bi zimanê Kurdî dikin.

N.O

Fly Erbil Advertisment