Ji bo dîtina Xirkayê Şerîf yê Hz. Mihemmed bi hezaran kes ketin dorê

Xirkayê Şerîf an jî Xirqayê Pîroz yê Hz. Mihemmed yê ku radestî Weysel Qaranî hatibû kirin wek her sal îsal jî di meha Remezanê de ji bo welatiyan hat nîşandayîn. Welatiyên Tirkiyê geştyaran eleqeyek mezin nîşanî xirkayê şerîf dan û ji bo dîtîna vî cilê pîroz hezaran kes ketin rêzê de.

K24 – Stenbol

Xirkayê Şerîf an jî Xirkayê Pîroz yê Hz Mihemmed wek her meha remezanê îsal jî di heyva remezanê de ji bo welatîyan hat vekirin.Her roj hezaran welatî û geştyarên misilman ji bo ku vî cilê pîroz yê Hz Mihemmed bibinîn li ber mizgefta Xirkayê Şerîf ya Stenbolê kom dibîn û dikevîn dorê de.Hinek kesên serdana vê derê kirîn giriyan hinekan jî kêfxweşî û hestên xwe wiha anîn ziman.

Xirkayê Şerîf her sal di heyva Remezanê ji bo dîtina welatiyan tê vekirin û tê pêşbînî kirin heta dawiya remezanê zêdetirî 1 milyon kes ji bo dîtîna vî cilî serdana vê mizgeftê bikin.