HDP: Hikûmeta Tirkiyê dixwaze em benda hilbijartinan derbas nekin
Pervîn Buldan: Divê em di hilbijartinan de, ji benda hilbijartinê ya sedî 10, bi gellekî zêdetir dengan bînin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ragihand, ku Hikûmeta Tirkiyê bizavan dike daku HDP di bin benda hilbijartinan de bimîne.
Pervîn Buldan ji ajanseke nêzîkê PKKê re got: Divê em di hilbijartinan de, ji benda hilbijartinê ya sedî 10, bi gellekî zêdetir dengan bînin.
Buldan got jî: Hikûmeta Tirkiyê bizavan dike HDP di bin benda hilbijartinê de bimîne. Li hemberî vê yekê divê xelk xwedî li HDPê derkevin û deng bidin. Divê xelk derbaskirina benda hilbijartinan ji egeran re nehêlin û pêwîstiya me bi dengên zêdetir heye. Ger em ji benda hilbijartinan a ji sedî 10 bi gellekî zêdetir deng bistînin, Hikûmeta Tirkiyê nikare dengê me bidize.
Biryar e di 24ê meha dahatî de, hilbijartinên pêşwext yên Perleman û Serokatiy Tirkiyê bên kirin û HDPê hevserokê xwe yê berê Selahedîn Demîrtaş ji bo Serokatiya Tirkiyê berbijar kiriye.
N.O