Mîranî û balyozê Îranê li Bexdayê behsa hevrêziyê di nav Herêma Kurdistan û Îranê de dikin

Balyozê Îranê li Bexdayê: Pêwendî û hevrêziyeke me ya baş û dîrokî li gel Herêma Kurdistanê heye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescidî, piştî civîna wî li gel şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê got: "Pêwendî û hevrêziyeke me ya baş û dîrokî li gel Herêma Kurdistanê heye".

Îrec Mescidî derbarê pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê got: "Hêvîdar im Hikûmeteke bihêz li Iraqê pêkbê, lê hîn zû ye behsa pêkanîna wê bêkirin".

Ji aliyê xwe ve serokê şanda PDK ji bo Bexdayê Fazil Mîranî got: "Komara Islamî ya Îranê, dosta Herêma Kurdistanê ye û em hevkarê hev in û roleke giring ji Îranê re li navçeyê heye û li gel balyozê Îranê li Bexdayê, gellek nerînên me yên hevbeş hene".

Ev çend roj in şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê ye û li gel qebareyên serketî û hêzên bibandor yên meydana siyasî li Iraqê û nûneratiyên welatan dîdar û civînan lidar dixe.

N.O