TEVDEM daxwaza lidarxistina Kongirê sêyemîn yê Qahîra dike
Wezareta derve ya Misrê ji TEVDEMê re: Nabe kongirê Qahîra li şûna herdu kongirên Astana û Cinêvê be
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevserokê TEVDEMê Aldar Xelîl derbarê seredana wan ji bo Misrê di daxuyaniyekê de, ji ajanseke nêzîkî PYDê re ragihand, ku wan daxwaz ji Misrê kiriye kongirê sêyemîn yê Qahîre bê lidarxistin, daku riyekê ji bo çarekirina kirîza Sûryê re bibîne.
Bi gotina Aldar Xelîl, Misir daxwaz ji wan kiriye ku pêwendiyan li gel aliyên opozisyona Sûryê bikin, bi mebesta danîna nexşeriyekê, daku karibin li ser wê kar bikin û her dema ku tevahiya aliyên opozisyonê ji wî kongirî re amade bûn, Misir jî amade ye piştevaniya lidarxistina wî bike.
Xelîl diyar kir, ku berpirsên wezareta derve ya Misrê ji wan re gotine, ku nabe kongirê Qahîra li şûna herdu kongirên Astana û Cinêvê be, lê divê bibe gavek ji bo piştevanîkirina kongirên Cinêv û Astana.
N.O