Îran cihê Ebûbekir Bexdadî eşkere dike

Rojnameya The Express Tribune ya Pakistanî: Îraniyan ji şanda Pakistanî re gotine, ku Amerîka û Israîl dixwazin Pakistan û Îran bikin Iraq û Sûrya û Lîbya û Efxanistan.

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî fermî ji rojnameya (The Express Tribune) ya Pakistanî re gotiyê: "Du berpirsên pile bilind ên Îranî şandeke Pakistanî bi serokatiya dozgerê giştî yê Pakistanê (Eştar Ewsaf) haydar kirine ku raporên istixbaratî yên cihê baweriyê li cem wan hene û piştrast dikin, ku Amerîka, hejmarek ji çekdarên DAIŞê û Ebûbekir Bexdadî ji bo Efxanistanê veguhestiye".

Wî jêderî ji rojnameya Pakistanî re gotiye jî: "Îraniyan ji şanda Pakistanî re gotine, ku Amerîka û Israîl dixwazin Pakistan û Îran bikin Iraq û Sûrya û Lîbya û Efxanistan".

Zelal jî kiriye ku, ew şanda Pakistanî li ser vexwendineke fermî, ji aliyê dozgerê giştî yê Îranê Mihemed Ceifer Muntezirî ve, berî du hefteyan serdana Taranê kiriye û çendîn pirsên girêdayî herdu welatan gotûbêj kirine.

Li gorî rapora heman rojnameyê, pisporan di wezareta derve ya Pakistanê de, ew peyama Îranî bi giringiyeke mezin wergirtine û wezîrê derve yê Pakistanê çend caran gumana xwe li ser hebûna çekdarên DAIŞê li wan navçeyan daye xuyakirin û her yek ji Rûsya û Tacîkistan jî metrisiya xwe ji piştevaniya Amerîka ji DAIŞê re dan xuyakirin.

N.O