“Hikûmeta nû ya Iraqê bi dilê Îranê dibe”
Yek ji mercên sereke yên bûna serokwezîrê Iraqê yê dahatî, vêxistina glopa kesk ji aliyê Taranê ve ye. Yek ji wan kendîdan jî serowezîrê niha yê Iraqê Heyder Ebadî ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Yek ji mercên sereke yên bûna serokwezîrê Iraqê yê dahatî, vêxistina glopa kesk ji aliyê Taranê ve ye. Yek ji wan kendîdan jî serowezîrê niha yê Iraqê Heyder Ebadî ye.
Malpera “Monitor” di raportekê de aşkere kir, Heyder Ebadî deyndarê Îranê ye, ji ber ku di riya Heşda Şeibî û hêzên nêzîkî Îranê re karî şikestinê bi referandûmê Kurdistanê bîne, ku wek serkeftinek mezin ji Ebadî re ta hejmartin.
Herwiha di demên bûrî de, pêwendiyên baş ên Heyder Ebadî bi Îranê re hebûn û Ebadî li dijî wî welatî kar nekir.
Ji bilî wê, lîsta Heyder Ebadî di hilbijartinan de ya sêyemîn bû, di demekê de Hadî Amirî ku bi temamî ser bi Îranê ve ye di hilbijartinan de yê duyemîn bû. Ev yek jî reng e bihêle ku Ebadî zêdetir guh bide Îranê, ji bo posta serokwezîrê Iraqê werbigire.
Wê malperê derbarê rola Îranê li Iraqê de nivîsiye, tiştê ku hîştiya destê Îran li Iraq û Sûriyê bilind be, hebûn û hejmûna hêzên çekdarî ye. Her çendî Muqteda Sedir berê ragihandibû ku li dijî destêwerdana Îranê radiweste, lê di nerîna mamosteyê berê yê zanîngehê Elî Mamorî de ew e, ku Sedir nikare li hember Îranê raweste.
Elî Mamorî dibêje: “Ti hêzeke Sedir a xwedî karîn nîn e û piraniya hêzên çekdar ên Iraqî bi Îranê re dilsoz in.”
Li gor raporta Monîtorê jî, ev yek dihêlin ku serokwezîrê dahatî yê Iraqê zêdetir bi dilê Îranê be û berjewendiyên Taranê li Iraqa dahatî biparêze.
S, B