Li Dêrikê bazareke taybet ji bo jinan
Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê yekemîn bazar ku hemû karker û rêveberiya wê jin in vebûye, di vê bazara bi navê Pepole hemû cûreyên keresteyan têne firotin. Rêveberiya wê dibêje jî ku ew hêvî dikin pirojeya wan derfetên aborî ji bo jinê zêde bike. Karkerên wê jî dibînin bi karê di vê bazarê de dê di warî bazirganî de bipêş bikevin.
K24 – Dêrik

Ne weku ti bazarên Rojavayê Kurdistanê, bazara Pepole an ku bazara Jinê weku tê naskirin, li bajarê Dêrikê bi taybetmendiya xwe deng vedaye, bazarek mîna moleke biçûk ku bi tevahiya karmend û rêveberiya xwe jin in û ev yek derfeteke nû dide jinan da di warê aborî de bipêş bikevin û pirojeyên taybet ji xwe re vekin.
komîta Aborî ya Jinê ya girêdayî Kongireya Star hemû karîn û amadekarî bidest xistine û tenê jina kar bike dê keresteyên xwe bifroşe, bêyî tu baceyan yan jî kirya firoşgehê bide tu saziyê.
Di bazarê de keresteyên curbicur têne firotin, çi ji bo jinan be yan ji mêran re be, herwiha keresteyên xwarin û karê desta jî têne firotin, ku her jinek serbest e bazirganiya çi bike û ev yek bêhtir derfetê dide wan da di karê xwe de pêşkevin. Hin jinên ku di vê bazarê de kar dikin didin zanîn jî, ku karê wan di bazara Pepole de ezmûneke nû ji kar di jiyana wan deye, û derfetan bêhtir dide da sûdên aborî mezin bighêjin jinê.
Di çend salên dawî de gelek projeyên taybet bi jinan li Rojavayê Kurdistanê vebûne, mîna xwaringeh, firne û kargehên dirûtinê, vekirina bazareke taybet bi jinan jî gaveke nû ye ku ezmûnên hevawa li gelek deverên din jî bêne bicîkirin.