Şanda ENKS derbarê pirsa federaliyê li gel nûnerê taybet yê serokê Rûsya civiya
Şanda (ENKS) duh gihişt Mosko û biryar e îro demjimêr 3ê piştî nîvro, li gel cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov bicive.
K24 - Navenda Nûçeyan
Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrya (ENKS) bi serokatiya serokê (ENKS) Siûd Mela û Endamtiya her yek ji serokê Komîta Pêwnediyên Derve ya (ENKS) Kamîran Haco û endamê wê komîteyê Ibrahîm Biro û nûnerê ENKS di desteya bilind a danûstandinan ya opozsyona Sûryê de Hewas Egîd, gihişte Mosko paytexta Rûsya û li gel Nûnerê serokê Rûsya û cîgirê wezîrê derve Mikhail Bogdanov, pirsa federaliyê ji bo Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Mosko ragihand, şanda (ENKS) duh gihişt Mosko û berî ku civîna wê li gel Bogdanov destpê bike, şanda ENKS tekez kir ku ewê rewşa emnî ya Rojavayê Kurdistanê jî gotûbêj bikin.
Herwiha di dema civînê de li gel Bogdanov, şanda ENKS sipasiya Rûsya kir ku giringiyê dide rewşa Rojavayê Kurdistanê û piştevaniya sîstema federalî ji bo Sûrya dike.
Şanda ENKS bi vexwendineke fermî ji aliyê wezareta derve ya Rûsya ve, serdana Mosko kiriye.
Di Êlûna 2017an de jî, şandeke ENKS serdana Mosko kiribû û li gel wezareta derve ya wî welatî hejmarek civîn lidar xistibû.
N.O