Xelkê Kobanê li dijî firotina beşek ji daristanên bajêr derketin

Welatiyên bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek li dijî firotina beşek ji daristanên bajêr û rakirina daran lidarxistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatiyên bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek li dijî firotina beşek ji daristanên bajêr û rakirina daran lidarxistin.

Xwepêşanderan daxwaz ji desthilatdarên bajar kirin ku, dest ji van karan berdin û êdî mal û milkên giştî nefiroşin.

Beriya çendîn rojan, Saziya Malbatên Şehîdan li bajarê Kobanê  beşek ji daristanên bajar firotin e kompanyayek avakirinê, û kompanya navborî, ji aliyê xwe ve hejmarek ji daran rakiriye û ev yek jî bûye cihê dilgiraniya xelkê bajar.

 

 

C.B