Esed: Heger HSD navçeyên xwe radest neke emê hêzê bikar bînin

Serokê Sûrya Beşar Esed: Heger HSD navçeyên di destê xwe de, bi riya danûstandinan radestî me neke, emê hêzê bikar bînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Sûrya Beşar Esed got: Heger HSD navçeyên di destê xwe de, bi riya danûstandinan radestî me neke, emê hêzê bikar bînin.

Beşar Esed di hevpeyvînekê de li gel kenaleke Rûsî, derbarê desthilata Hêzên Sûrya Demokrat li navçeyên bakurê Sûrya got: Du bijarede li ber HSDê hene, yekem danûstendin e, ku niha Hikûmeta Sûryê deryê lihevhatinan û gotûbêjan vekirye û pêwîst e HSD weke hêzeke Sûrî ku ji miletê Sûryê pêk tê, vê bijardeyê hilbijêre.

Derbarê bijardeya diwem Esed got: Heger HSD wan navçeyan bi riya danûstendinan radestî me neke, emê wan navçeyan bi riya hêzê ji HSD bistînin.

Berî niha çendîn caran serokê Sûryê ragihandibû, ku pêwendiyên wan yên baş bi YPG û HSDê re hene û ew berdewam alîkariya wan bi çekan û pêdiviyên serbazî dikin, lê piştî ku artêşa Sûryê piraniya navçeyên di destê opozisyonê de kontrol kir û bi ser xwe ve hat, niha dixwaze dubare navçeyên Rojavayê Kurdistanê bitemamî kontrol bike, ku bi gotina ENKSê, rêjîma Sûryê di sala 2012an de, bi rêketineke siyasî desthilat li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê radestî PYDê kiribû û niha dixwaze dîsa wan navçeyan vegerîne.  

N.O