Li Efrînê çekdarên Feyleq El-Rehman xwe bixwe şer kirin

Li gorî Riwangehê, di encama wî şerî de ti kes birîndar nebûye lê serkirdeyê Feyleq El-Rehman 35 çekdarên xwe ji nav Feyleqê der kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan belav kiriye, ku çekdarên Feyleq El-Rehman yak u piraniya wan ji Xûta Rojhilatê Şamê ji bo Efrînê hatine veguhistin, rexne li serkirdeyên xwe kirin ku Xûta firotin û radestî artêşa Sûryê kirin.

Herwiha rexne li xirabiya serederya li gel çekdarên opozisyonê yên ji bo Efrîn hatine veguhestin kirin û di encamê de şer di navbera çekdarên wê komê de qewimî.

Li gorî Riwangehê, di encama wî şerî de ti kes birîndar nebûye lê serkirdeyê Feyleq El-Rehman 35 çekdarên xwe ji nav Feyleqê der kir.

Berî niha, bêtirî 35 hezar çekdarên opozisyona Sûryê û malbatên wan, di encama rêketinekê de li gel Hikûmeta Sûryê, ji deverên Xûta Rojhilatê Şamê, ji bo Efrînê hatin veguhestin.

N.O