Egera operasyona Qendîlê û hilbijartinên 24'ê Hezîranê
Li gorî ragandina şîrovekarên siyasî yên dûrî Partiya Dad û Geşedanê AK Partiyê, armanca operasyonê zêdekirina dengan e. Lê şîrovekarên siyasî yên nêzî AK Partiyê jî dibêjin; armanca operasyonê ne zêdekirina dengan e; pêşîlêgirtina êrişên li ser Tirkiyê ye.
K24 – Diyarbekir
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ligel hilbijartinên 24'ê Hezîranê yek ji mijarên rojevê egera operasyoneke serbazî ya ji bo Qendîlê ye. Şîrovekarên siyasî yên Diyarbekirê divê mijarê de xwedî nêrînên dijî hev û din in. Li gorî ragandina şîrovekarên siyasî yên dûrî Partiya Dad û Geşedanê AK Partiyê, armanca operasyonê zêdekirina dengan e. Lê şîrovekarên siyasî yên nêzî AK Partiyê jî dibêjin; armanca operasyonê ne zêdekirina dengan e; pêşîlêgirtina êrişên li ser Tirkiyê ye.
Li Tirkiye Bakur hilbijartinên 24'ê Hezîranê rojev gerim kiriye. Li gel sozên aborî û siyasî operasyonên serbazî jî li ser dikên mîtîngan tên axaftin. Rayedarên AK Partiyê amaje dikin ku dê operasyoneke serbazî bibin ser Qendîlê. Şîrovekarê Siyasî Eyûphan Kaya kesekî nêzî AK Partiyê tê naskirin. Kaya li ser egera operasyona li hemberî Qendîlê dibêje; armanca Tirkiyeyê ew e ku Qendîlê jinav bibe.Kaya derbarê şîroveyên li ser egera operasyona qendîlê û hilbijartinan wiha dibêje:
Eyûphan Kaya ji K24ê re wiha axivî: "Di gotineke meşhur de tê gotin ku 'bi kevirekê du teyran dixin.' Dibe kuz û dest bi operasyonê bikin ku hinekê feyde bigihe hilbijartinên wan. Lê ew jî du alî ye. Dibe ku dengên wan kêm jî bibin dibe ku zêde jî bibe. Kurdan tu xêreke ji PKK'ê û Qendîl nedîtiye. Her daîm barê me giran kirine."
Li Tirkiye û Bakur her partiyeke siyasî girîngiyeke cuda dide hilbijartinan. Rayedarên AK Partiyê jî van hilbijartinan wekî meseleya man û nemanê û meseleya pêşeroja Tirkiyeyê dibinin. Şîrovekarên siyasî amaje dikin ku armanca operasyona li ser Efrînê jî zêdekirina dengên netewperest bû û armanca operasyona li ser Qendîlê jî heman e. Şîrovekarê Siyasî Tehsîn Sever jîdibêje; desthilardarên siyaseta xwe li ser operasyonên serbazî dimeşînin lê divê PKK jî zemana operasyonan çêneke. Li gorî Sever, tu feydeyê şerê PKK'ê li ser bidestxistina mafên Kurdan yên netewî çênebûye.
Tahsîn Sever dibêje: "Li Tirkiyeyê hilbijartinek heye, ji bo serkeftina hilbijartinê yên desthilatdar ji xwe re li serkeftineke serbazî digerin. Operasyonek li ser Efrînê bû vê têra hilbijartinê nekir."
Şîrovekarên siyasî amaje dikin ku Kurdan ji netewperestan zêdekir piştgiriya AK Partiyê kirine, hêviya Kurdan hebû ku AK Partî pirsgirêka Kurd çareser bike lê piştî ku pêvajo bi dawî bû AK Partiyê berê da dengên netewperestan û hêviya Kurdan jî çareseriyê kêm bû.Li gorî ragihandina şîrovekarên siyasî operasyoneke li ser Qendîlêdibe ku wekî daxwaza desthilatdaran encam nede û dê ev yekçareseriya pirsgirêka Kurd jî dûr bixe.