Profesorê Kurd Nadir Nadirov koça dawî kir

Profesor û zanyarê Kurdê Kazakistanê Prof. Dr. Nadir Nadirov îro paytexta Kazakistanê Nur-Sultan koça dawiyê kir.

Prof. Dr. Nadir Nadirov
Prof. Dr. Nadir Nadirov

Navenda Nûçeyan (K24) – Profesor û zanyarê Kurdê Kazakistanê Prof. Dr. Nadir Nadirov îro li paytexta Kazakistanê Nur-Sultan koça dawiyê kir.

Rojnamevan û nivîskar Hejarê Şamil ji K24ê re ragihand, Prof. Dr. Nadir Nadirov demek dirêj nexweş bû. Nexweşiyên wê yên cihê hebûn û zêdeyî mehekê li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Îro li paytexta Kazakistanê Nur-Sultan koça dawiyê kir

Herwiha bûka Nadirov, Narîn Nadirova jî li ser hejmara xwe yê Twitterê nûçeya Prof. Dr. Nadir Nadirov belav kir û nivîsî: “Mixabin min îro bavê xwe winda kir.”

Nadir Nadirov kî ye:

Nadir Nadirov 6 Çile 1932 li herêma Nexçîvan ya Azerbeycanê ji dayik bû.

Di sala 1933 an de bi malbata xwe re ji bo Kazaxistanê hat sirgûnkirin. Ew Serokê Komela Kurd (Berbang) li Kazaxistanê û Cîgirê Yekem ê Akademiya Endezyariya Kazaxistanê bû.

Di heman demê de, wî wekî Rêvebirê Navenda Zanistî ya Petrolê kar kir. Di sala 1992 de, wî hesabên dersînorkirina kurdên Yekîtiya Sovyeta berê di salên 1930an û 1940an de ji raya giştî re aşkere kirin.

Nadirov ku sernavê profesor hwergirtiye, li Kazaxistanê wek "Mareşalê Gaz û Neftê" hat ragihandin.

Di sala 2010an de jî, Şêwirmendê Serokomarê Kazaxistanê bû.

Fly Erbil Advertisment