Amerîka ji bo Korya Bakur manorekê bi Korya Başûr re radiwestîne
Amerîka û Korya Başûr binêt in manora xwe ya serbazî ya mezin rawestînin û di beramber de, divê Korya Bakur çekên xwe yên etomî jinav bibe
K24 - Navenda Nûçeyan
Ajansa Yonhap ya nûçeyên Korya Başûr, ji ser zimanê jêderekî haydar di Hikûmeta welatê xwe de veguhest, ku Amerîka û Korya Başûr binêt in manora xwe ya serbazî ya mezin rawestînin û di beramber de, divê Korya Bakur çekên xwe yên etomî jinav bibe, heger na, wê herdu welat manora xwe berdewam bikin.
Heman jêderî ku nexwestiye navê wî eşkere bibe, ji ajansa navhatî re got: Rawestandina manorê wê bandorê li ser wan amadekariyên mezin bike, yên ku ji aliyê herdu welatan ve hatibûn kirin, lê ti bandorê li ser rahênana serbazî ya rotînî di nav herdu aliyan de nake.
Serokê Amerîka Donald Trump, piştî civîna xwe li gel hevpostê xwe yê Korya Bakur, ku heftiya derbasbûyî li welatê Sengapura hat lidarxistin, ragihand, ku ew amade ye manorên serbazî bi Korya Başûr re hilweşîne, heger Korya Bakur, sozên xwe derbarê jinavbirina çekên etomî bicî bike.
N.O